SerekeSîyasî

Pisporên sîyasî: divê DEM Partî vegere hêla neteweyî

Partîya Gelan ya Wekhevî û Dêmokrasîyê (Dem Partî), di hilbijartinên 31 ê adarê de 3 jê bajarên mezin, li 10 bajar, 65 navçe û 10 bajarokan, bi giştî 85 şaredarî bi dest xistin. Ji ber ku 8 sal bûn şaredarîyên vê partîyê bi qeyûman dihatin rêvebirin, hiqûqnasên li Dîyarbekirê hem vê hegera tayînkirina qeyûman hem jî helwesta lijneya bilind ya hilbijartinan bi vî awayî nirxand:

Hiqûqnas Sîdkî Zîlan ji K24ê re got: “Tirkîya 70 sal in ku li bendê ye bibe namzedê Yekîtîya Avropayê û hinek sazîyên beynel mînel jî hene. Ango hiqûqa navneteweyî jî hiqûqa xwezayî jî hiqûqa îlahî jî û hiqûqa Tirkîyayê jî vê cawaz nabîne. Ev tiştên ku 8 sal in dikin, bêhiqûqî ye. Ew jî dizanin ku bêhiqûqî ye. Ji 2 mehan carekê pêvajoya qeyûman ya xebatê dirêj dikirin û bi vî awayî 8 salan derbas kirin. Ev dibe îstîsmar û nayê qebûlkirin. Dadgehên Tirkîyayê jî û dadgeha mafên mirovan ya Avropayê jî ösa dibêje.”

Şaredarên serkeftî yên Dem Partîyê, di  projeyên xwe de li ser çand, ziman û pêşvebirina herêmê bangeşî dikirin. Li gorî pisporên sîyasî jî divê projeyên Dem Partîyê ji yên hilbijartinên sala 2019 a cudatir û bikêrtir bin ku bikaribin daxwazên welatîyan pêşwazî bikin.

Pisporê sîyasî Ahmet Kanî dibêje: “Rexneyên gelek tund li Dem Partîyê hatibûn kirin. Hatibû gotin ku divîyabû Dem Partî xwedî li dengên xwe derkeve, çi karê wê bi CHP û AK Partîyê heye. Li ser vê rexneyê bi rastî jî helwesta Dem Partîyê guherî û di hilbijartina herêmî de veguherî ber bi hela neteweyî ve. Di vî warî de ez dikarim bêjim ku heger Dem Partî xebatên xwe yên neteweyî xurt bike û di projeyên xwe yên vê serdemê de xizmeta zimanê kurdî derxe pêş, dê bi ser bikeve”.

Piranîya namzedên Dem Partîyê îdî li şaredarîyên xwe li ser kar in û dest bi xebatên lezgîn dikin. Pisporên sîyasî û hiqûqnas jî amaje dikin ku divê di xizmeta herêmî de sîyaset neyê kirin da ku xetereya tayînkirina qeyûman car din çênebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button