Nîkol Paşînyan ji bo beşdarî merasîma xatirxwestina Rayîsî û rayedarên din bibe, çûye Îranê

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ji bo beşdarî merasima xatirxwestinê ya serokkomarê Îranê Îbrahîm Rayîsî, wezîrê karên der Huseyîn Amîr Ebdullahiyan û rayedarên din yên pê re yên ku di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan, çûye Îranê.
Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, Mehrnews li ser vê yekê radigihîne.
Di şandeya bi serokatîya serokwezîr Nîkol Paşînyandanin wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û alîkarê serokwezîr Mihêr Grîgoryan.
Tê nîşankirinê ku merasîma xatirxwestinê îro êvarê bi amadebûna serokkomarê Îranê yê wedelû Mohemed Moxbêr û wezîrê Îranêyî karên yê wedelû Elî Baxêrî Kanî bê lidarxistin.
Ji bo beşdarî merasîma xatirxwestina rayedarên ku di qezaya helîkoptêra serokkomar Rayîsî jîyana xwe ji dest dane, îro wê dêlêgasîyayên cûre-cûre, yên payebilind yên bîyanî jî herine Îranê.







