Danûstandinên bi Ermenîstanê re, Adirêcan bi pêşengîya eşîra Elîyêv ya ku xwedî dîrokeke êmbargoyên berfireh e: Con Înyarîtû

Pêvajoya xêzkirina sînoran bi armanca zelalkirin û danîna sînorên ku bi hev re hatine naskirin, ev yek jî alîyekî bingehîn yê têkilîyên aştîyane yên di navbera dewletên cîran de ye. Lê belê rayedarên Ermenîstanê bi rêjîma avtorîtar ya Adirbêcanê re ku bi pêşengîya eşîra Elîyêv ya ku xwedî dîrokeke armancên berfirehtir e, danûstandinan dike. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyîna bi “Armênpprêss” ê ra, endamê Kongrêsa Îspanyayê, Con Înyarîtû gotîye.
Parlamêntvan daye kifşê, ku beşdarîya girîng ya rayedarên Adirbaycanê ji bo propaganda derbarê “Adirbêcana Rojavayî” de, wek berê di mijara plana “dîplomasîya xavyarê” de, dilgiranîyê li ser samîmîyeta nîyeta wê zêde dike. Kiryarên bi vî rengî dikarin pêvajoya aşîtîyê bi çêkirina û berdewamkirina vegotinên derewîn yên ku alozîyan gur dikin, ne ku wan çareser bikin, têk bibin.
Aştîyeke nedadmend ku tê ferzkirin yan jî nikaribe pirsgirêkên bingehîn û gazinên her du alîyan çareser bike, ne mûmkûn e ku aramîyeke mayînde bîne. Di şûna wê de, ew dikare wekî bombeyek demjimêrê tevbigere. Ji bo ku aşitî domdar be, divê peyman ji hêla hemî kesên têkildar ve edil, hevseng û rêzdar be”,-Con Înyarîtû gotîye.
Parlamêntvan her wiha nîgeranîya xwe derbirî li ser berdewamîya girtina nûnerên hukumeta Arsaxê ji alîyê Adirbêcanê, welatîyên sîvîl û heta kesên ji welatên sêyem, wek Libnanê, ku li gorî wî, tenê li ser bingeha esilê xwe ermenî ya van kesan e, ku binpêkirina mafên mirovan e.
“Ev girtina neqanûnî sîyaseta sîstêmatîk û cudaxwaz ya rêjîma Adirbêcanê li himber ermenîyan radixe ber çavan. Kiryarên bi vî rengî bêtir balê dikişîne ser guhnedana rêjîmê ji mafên bingehîn yên mirovî û nîyeta wê ya têrorkirin û tepeserkirina gelê ermenî li seranserê cîhanê”,- Con Înyarîtû gotîye.







