Daxuyanîyên li ser zirara jîngehê ya madenê efsane ye

Pîşesazîya madenê hê jî dibe hêza pêşkeftina aborîya Ermenîstanê. Li kombîneya sifir-molîbdênê ya Zangezûrê li ser rewşa niha ya kana sifir ya li Ermenîstanê û pirsgirêkên peydakirina sifirê pak, atolyeyeke du rojan hat lidarxistin. Birêvebirîya kargehê mazûvanîya profêsor, lêkolînerên polîtêknîkîya neteweyî ya Ermenîstanê, zanîngeha Yêrêvanê ya Dewletê kir. Rêveberê giştî yê kombîneya sifir-molîbdênê ya Zengezûrê mijarê girîng dibîne. Li gor wî şertê sereke yê pêşketinê hevkarîya hilberîn û ramana zanistî ye. “Heger me pîvanek destnîşan kirîye ku em bibin pargîdanîyek xwedan nîşaneyên herî bilind, çi di warê têknolojî, hawîrdor, rêveberî yan berpirsîyarîya pargîdanî de, wê hingê em naha li cîhê rast in û em bi kesên ku bi rastî qadê dizanin re ne. Li vir kesên ku bi wan re girîng e xebat û nîqaş hene. Ev ne tenê gotin in.
Alîkarê yekem yê midûrê giştî yê kargeha sifir-molîbdênê ya Zangezûrê çalakî û destkeftîyên van salên dawî yên kargeha sifir-molîbdênê raber kir. “Li gorî hejmarên sala 2023 a me nêzîkî 200 mîlyon dolar bac daye. Berhema me gihîþtîye 2,2 selef. Hejmara karmendan 4 666, mûçeya navîn jî 683 hezar diram e”.







