Di çarçoveya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” de kamyona ewil ya ji Çînstanê hat Ermenîstanê

Di çarçoveya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê hukumeta Komara Ermenîstanê ve hatîye destpêkirin, 31 ê gulanê de, kamyona yekemîn ya ji bajarê Şanhaya Çînistanê derbazî Yêrêvanê bû, di nav axa Qazaxistanê, Ûzbekîstanê, Tirkmênistanê û Îranê re derbas bû.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, di çalakîya pêşwazîkirina kamyona yekem de, balyozê kar û barê Qazaxistanê li Komara Ermenîstanê Bolat Îmanbayêv, balyozê kar û barê Tirkmênistanêyî li Komara Ermenîstanê Mûhamêtnîyaz Maşalov, balyozê Ermenîstanêyî li Ûzbêkîstanê Aram Grîgoryan, herwiha nûnerên rêveberîya herêmî ya Ermenîstanê Xaçîk Soxomonyan bûn.
“Hukumeta Komara Ermenîstanê her tim balê dikişîne ser hewildanên ku di warê cî bi cîkirina projeyên binesazîya navçeyî û binesaziya herêmî de têne kirin”,- wezîreta Ermenîstanê ya wezîreta pêvebirîya herêmî û binesazîyê, bal kişand ser girîngîya bûyerê û girîngîya “Xaçerêya aştîtîyê” ji bo Ermenîstanê.
Wezîretê her wiha destnîşan kir ku mêxanîzmên guncav hem di formên dualî hem jî piralî de hatine pêşxistin.
“Gavên praktîkî û xebatên avaker yên di vî warî de ji bo hukumeta Ermenîstanê cesaretê ne. Em tekezî li ser mîsogerkirina berdewamîya wan dikin. Şîrket li ser reyeke nû barhilgirîya kargoyê pêk anîye, ev jî bê guman tê pêşwazîkirin”.
Rêvebirê damezrîner yê sazîya barkêşan Armên Sahakyan di axavtina xwe de dîyar kir ku piştî lêgerîneke demdirêj di çarçoveya “Xaçerêya aşîtîyê” de kargoya ji Çînistanê ber bi Ermenîstanê ve birin.
“Ev bar ji bajarê Çînistanê yê Şanghayê ku otomobîl lê tê barkirin hatîye û radestî bajarê Xargozê yê Çînistanê ku xaleke sînorî ya bi Qazaxistanê re ye, hatîye şandin. Li Xargosê, bar ji nû ve li vê wesayîta Qazaxistanê hate barkirin, hemî formalîteyên gumrikê bi dawî bûn, pişt re kamyon ji rê derket. Kamyon bi rêya bêjahî hat Yêrêvanê, di nav axa Qazaxistanê, Ûzbêkîstanê, Tirkmênistan û Îranê re derbas bû. Kargo di nav axa hemû welatên navborî de ji xalên gumrik û derbazbûnê yên têkildar derbaz bûye, pirsgirêk hebûn, lê hatin çareserkirin û di nava 20-22 rojan de ev bar ji Şanhayê bê astengên cidî gihîşte Yêrêvanê”.







