Ermenîstan di navnîşa seyrûseferên herî popûlyar yên betlaneya havînê de ji bo rûsan e

Analîstên RT daneyên li ser cîhên herî popûlyar yên betlaneya havînê ji bo rûsan raber kirine. Li gorî pisporan, Moskva bûye bajarê herî popûlyar ji bo veqetandina bilêtên balafirê ji bo havînê.
“Piştra Soçî ye ku ji 13,2 selefê rûsan lê diçin û Sank Pêtêrbûrg, ku rêjeya çûyîna 10,4 selefe.
Di nav deverên bîyanî de daxwaza herî mezin li Bekûyê heye. Ji 11,4 selefê fermanan berê li paytexta Adirbêcanê hatine bicîhanîn.
Di rêza duyemîn de bi rêjeya 8,0 selef Yêrêvan û 5,4 selef jî Stenbol cîh girt. Sêûl (5,3 selef), Tîbîlîsî (3,5 selef), Dênpasar ( 3,4 selef), Antalya (3,0 selef), Bîşkêk ( 2,8 selef), Tokyo (2,3 selef) û Parîz ( 2,1 selef) cîh digirin.
Di nav welatên bîyanî de Bêlarûs, Abxazîya, Îtalîya, Fransîya, Tirkîya, Îspanîya, Gurcistan, Çînistan, Ermenîstan û Qazaxistan di veqetandina otêlên havînê de bûne pêşeng.
Îsal, li gorî sala 2023 a, rûsan di hundurê welêt de bêtir dest bi rehetbûnê kirin, sal bi sal mezinbûna daxwazê 45 selef bû.
Li gorî pisporan îsal Çînistan, Japonîya, Îtalîya û Fransîya hîn bêhtir popûlyar bûne.







