H’emû nûçeSereke

Hirça dayîk qehweyî bi kutikên xwe re bi selametî li Yêxêgîsê dimeşe:vîdyo

Van roja, kamêrayan dît ku çawa hirçê qehweyî ya dayîkê bi selametî bi kutikên xwe re li nav axa penabera cewherî ya bîyolojîk ya Kafkasyayê dimeşe,  FPWC agahdar dike. “Yekîtîya navneteweyî ya parastina xwezayê  dîyar dike ku li cîhanê bi giştî 44 binîpopûlasyona hirçên gewir hatine dîtin. Piranîya wan biçûk in, veqetandî ne û hewceyê parastinê ne, ji ber vê yekê ew ji hêla IUCN ve bi ferdî hatine nirxandin. Bincivaka hirça qehweyî ya sûrî jî wisa ye ku li Ermenîstanê tê dîtin.

Em tekez bikin ku hirça qehweyî ya sûrî (Ursus arctos) bi statûya “Xemgînîya herî kêm” di pirtûka sor ya heywanan ya Komara Ermenîstanê û lîsteya sor ya akademîya zanistî ya Rûsyayê de cîh digire. Li gorî daneyên CG, ew celebek bi rêzeke pir mezin e (Avrasîya û Amêrîka Bakûr). Li herêmên Araratê, Vayos Zorê, Syûnîkê, Tavûşê, Lorîyê, Kotaykê û Gêxarkûnîkê tê dîtin. Carinan dikare bikeve parêzgehên Şîrakê û Aragasotnê. Li gorî pirtûka sor , hejmar nayê zanîn, lê dibe ku aram be. Ji ber ku hirç gelek caran dikevin gundan, zirarê didin bax û mêşên hingiv, nikare bibe delîla hejmara wan ya mezin. Bi îhtimaleke mezin ew encama hilweşandina bîyotop û kêmbûna çavkanîyên xwarinê ye, ku dibe sedema perçebûna nifûsê”,- peyamêda hatîye gotin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button