H’emû nûçe

Malbeta K’ardaşyana careke mayîn girêdayî r’ojbûyîna R’obêrt K’ardaşyanr’a qedirê bîranîna wî girtine

R’oj’nema Daily Mail-ê dinivîse,wekî steyrka R’êalîtî şoûyê K’îm K’ardaşyan û xwîşkên wê Kort’nî û K’loyê, usa jî birayên wanî ç’ûk R’ob qedirê bîranîna bavê xwe R’obêrt K’ardaşyan girêdayî, r’oja bûyîna wîr’a, girtine. “R’oja bûyîna te pîrozbe, bavo.Ez gelekî bîra te dikim.Ez gumanim, ku tu li k’îderêbî, tê vî h’emû tiştî bivînî”,- K’îm K’ardaşyanê r’ûp’elê xweyî înstagramêda nivîsîye û şikilê t’evî bavê xwe danîye. Xwîşka wêye mezin- K’ort’nî K’ardaşyanê jî şikilê t’evî bavê xwe û K’îmê danîye înstagramê.Bi wî cûr’eyî K’loyê û R’ob jî r’oja bûyîna bavê xwe pîroz kirine.Em bêjin,wekî R’obêrt K’ardaşyan 22-ê sibata sala 1944-a hatîye dinîyayê.Ew advokatê amêrîkî bû, yê ku bi îşê fûtbolîstê amêrîkîyî e’yan Sîmson nava Amêrîkayêda e’yan bû.R’obêrt K’ardaşyan sala 1992-a 59-salîya xweda wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button