H’emû nûçeSereke

Ermenîstan îhtîmala ku bibe opêratora bendera Cabaharê difikire, ev jî wê bibe alîkar ku têkilîyên aborî yên ermenîya -hinda kûrtir bibin: Nasîbyan

Bendera Çabaharê ya Îranê dikare bibe navendeke girîng ya girêdana veguhestinê ya di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de, ku bi rîya wê gengaz e ku qebareya bazirganîya di navbera Ermenîstanê û Hindistanê de bi rêkûpêk veguheztina barhilgiran ya deryayî bi rengeke berbiçav zêde bibe. Sêkrêtarê giştî yê wezîreta aborîyê Haykaz Nasîbyan li ser pirsa “Armênprêss” ê dîyar kir, Ermenîstan niha li ser îhtîmala ku li Çabaharê bibe opêratorê benderê difikire.

Wî da zanîn ku di çarçoveya komxebata navdepartmanan de ku ji bo vê armancê hatîye avakirin, ji bo bidestxistina lêkolînên fîzîbîlîte gav tên avêtin.

Niha, pirsgirêka sereke ya Komara Ermenîstanê ew e ku bi peydakirina şert û mercên lojîstîkî yên guncan, ji karsazên ermenî yên hinardekar re fersendan peyda bike ku bikevin bazarên din. Di heman demê de, beşdarbûna di rêyên barkêşîya transît ya navneteweyî de mîsoger bikin. Ji vî alî ve, beşdarbûna aktîv ya Ermenîstanê di projeya korîdora veguhestina navneteweyî ya “Bakûr-Başûr” de girîng e. “Di heman demê de, di vê projeyê de, Ermenîstan dikare bibe beşdar û cî bi cîkareke girîng di avakirina rêgezek veguheztina kargoyê ya altêrnatîv de, ku korîdoreke altêrnatîv  raber bike da ku Hindistan û Îranêra bi rîya Gurcistanê û behra Reş bi Avropayê ve girêbide û her weha Avropa bi Hindistanê ve girêdide”,- Haykaz Nasîbyan gotîye.

Li gorî Nasîbyan, ev korîdor dikare bi rêya bejayî bibe hêlekê ku bi rêya bejahî derbazî Fêdêrasyona Rûsyayê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button