H’emû nûçeSereke

Li gorî pêşbîniya Banka Navendî, înflasyon di dawîya salê de wê di navbera ji 1,5-1,7 selef be

Banka Navendî ya Ermenîstanê pêşbînî dike ku înflasyon di dawîya sala 2024 a de di navbera 1,5-1,7 selef  be.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, serokê Banka Navendî Martîn Galstyan di dema  raberkirina raporta salane ya kar û xebatên Banka Navendî li parlamentoyê de gotîye.

 “Li Ermenîstanê di 5 mehên derbazbûyî yên sala 2024 a de jîngeha înflasîyonê ya kêm hatîye parastin. Di gulana sala 2024 a de înflasîyona 12 mehan  0,3 selef bû, ev yek ji îndêksa meya hedefa dema navîn gelekî kêmtir e”.

Galstyan ew bi giranî bi bandorên dêînflasîyonê yên ku ji sêktora derve ve têne veguheztin ve girêda. Bihayên xwarinên ku ji derve tên kirin daket.

Înflasîyona sereke ya 12 mehan hîn jî di qada neyînî de ye.

Înflasîyona xizmetên ku bi daxwazîya derve ve girêdayî ne kêm bûye, ku hêdîbûna mezinbûna daxwazîya derve nîşan dide. Di vê navberê de, înflasîyona kar û barên têkildarî tûrîzma derve, di nav de veguheztina hewayî û kar û barên bêhnvedanê yên navneteweyî, di asteke bilind de berdewam dike.

 “Li gorî sênaryoyên ku di bernameya polîtîkaya diravî de hatine raberkirin, di asoya dêmkurt ya sala 2024 a de înflasîyon wê di binê hedefê de bimîne. Di dawîya salê de înflasîyon wê di navbera  1,5-1,7  selef be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button