H’emû nûçeSereke

Li gorî rapora Konsêya Avropayê, Tirkîya xwedî rêjeya herî zêde ya girtîgehê, rêjêya Ermenîstanê li Başûrê Kafkasîyayê herî kêm e

Ankêta SPACE I ya ku her sal ji alîyê zanîngeha Lozanê ve ji bo Konsêya Avropayê tê kirin, ku agahîyên ji rêveberîyên girtîgehên welatên endamên sazîyê vedihewîne, bi raporeke li ser îstatîstîkên sala 2023 a derketîye holê û li ser nîşaneyên welatên Kafkasya Başûr. Li gorî raporê, ji çileya sala 2022 a heta çileya sala 2023 a,  Tirkîya (+15%), Adirbêcan (+ 13%), Ermenîstan (+ 11%), Gurcistan (+ 8,2%) di hejmara girtîyan de zêdebûneke berbiçav hate tomar kirin.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, di raporta ku hatîye weşandin bi taybetî tê gotin ku qerebalixa zêde ya girtîgehên li Avropayê hîna pirsgirêkeke cidî ye, qerebalixiya girtîgehan ji bo hejmareke girîng ya rêveberîyên girtîgehên avropî pirsgirêkeke domdar dimîne.

Welatên ku herî zêde di girtîgehê de ne, Tirkîya (408 girtî ji her 100,000 nifûsê), Gurcistan (256), Adirbêcan (244), Komara Moldovayê (242), Macaristan (211), Polonya (194), Slovakya (183). ), Albanya (179), Komara Çêxîyayê (176), Lîtva (174) û Latvîya (172). Welatên din yên ku rêjeyên wan bilind in Çêrnogorîya (168), Sêrbîya (162), ÿstonya (151) û Makêdonya Bakûr (142).

Îndêksa cezayê girtîgehê li Ermenîstanê 79 e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button