H’emû nûçeSereke

Li Tirkîyayê 6 sîyasetmedarên kurd bi sûcdarîya têrorê hatine binçavkirin

Dadgeha Tirkîyayê 6 sîyasetmedar, şaredarên berê yên parêzgeha Amedê ku piranîya wan kurd lê dijîn û wekîlên wan, ku  8 ê hezîranê de di çarçoveya zextên li dijî sîyasetmedarên kurd yên li wî welatî de hatibûn desteserkirin, hatin binçavkirin, Turkish Minute dinivîse.

Sîyasetmedarên ku di çarçoveya lêpirsîna ku serdozgerîya komarê ya herêmê dabû destpêkirin  li Amedê û navçeyên wê hatibûn desteserkirin, piştî îfadeyên wan yên li edlîyeya Amedê hatin binçavkirin. Di nav wandanin hevşaredarê berê yê navçeya Êrganê Ahmed Kaya, hevşaredarên berê Ramazan Kartalmiş û Fesîh Yalçin, cîgirên şaredar Gulîstan Polat, Êsvêr Malkoç û Javîdan Yaman. Ew bi “endamtîya rêxistina têrorê” ji ber xwenîşandan, çalakîyên şaredarîyê û bûyerên din yên ku di navbera salên 2014 a  û 2019 a de beşdar bûne tên sûcdarkirin.

Her çend bi gelemperî navê rêxistina têrorîst nayê zanîn jî, sîyasetmedarên kurd li Tirkîyayê gelek caran bi gumana pêwendîya xwe bi Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) re têne tawanbar kirin.

Ev yek piştî wê yekê tê ku wezîreta navxweyî heftêya borî ragihandibû, ku hevşaredarê berê yê Colemêrgê Mehmet Siddiq Akış, ji erkê xwe yê Partîya Wekhevîya Gelan û Dêmokrasîyê (DEM) hatîye dûrxistin, di çarçoveya lêpirsîna berdewam û îdîayên têkildarî têrorê de.

Dadgerîya Tirkîyayê bi sûcdarîya “têkilîya bi milîtanan re” 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li şaredarê partîya DEM ê ya alîgirê kurdan birî. Li şûna qeyûm walîyê Colemêrgê Alî Çelîk hat guhertin. Ev pêngav ji ber “antîdêmokratîkbûn” û “dizîna” vîna gelê kurd rastî gelek rexne û protêstoyan hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button