H’emû nûçeSereke

Stûna aborîya Adirbêcanê, sêktora ênêrjîyê, dest bi meylên krîzê kirîye: pispor Vahê Davtyan

Stûna aborîya Adirbêcanê, sêktora ênêrjîyê, dest bi meylên kirîzê kirîye.Zanyarê sîyasî, pisporê ewlehîya ênêrjîyê Vahê Davtyan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsîye.

Ewî bi taybetî dîyar kirîye: “Ezê  du rastîyên pir girîng bînim.

Di çaryeka yekem ya îsal de bacên sêktora neftê û gazê li Adirêcanê bi 40 selefî kêm bûne.

Di heman heyamê de hinardekirina êlêktrîkê ji Adirbêcanê 7 qat kêm bû.

Ji ber sedemên aborî û avhewayê ev kêmbûneke wisa tund e. Di mijara ya yekem de, eşkere ye ku dagirkirina Arsaxê veberhênanên mezin vedigire, ku ji derve nayên (nehesibandina traktorên Bêlarûsê û kargeha şîrê îslayêlî).

Ji ber vê yekê, çavkanîyên darayî yên ku divê ji bo pêşkeftina sêktora ênêrjîyê bêne araste kirin, ji bo projeyên binesazîya xwenîşandanî li Arsax têne rêve kirin. Wek encamek, ev saleke duyemîn e ku rêjeyên kar û barên  li hundurê welêt zêde dibin, ku ev yek nikare bandorê li ser cildên vexwarinê neke.

Sermayeya biyanî li Adirbêcanê bêyî ku veberhênanên cidî bike, mîna kolonyalîst tevdigere. Heman British Petroleum, têknolojîyên salên 1980 î li zevîyên neft û gaza Adirbêcanê bi kar tîne û hemû pîvanên jîngehê binpê dike.

Pirsgirêka avhewayê ew e ku ji sala 2006 a û vir ve asta ava  Kaspîyê her ku diçe kêm dibe û di sala 2022 a de gihîştîye asta krîtîk. Heman SOCAR ji niha ve alarmê dide, kêmkirina îhtîmala keşfkirin, sondaj û hilberîna li refika  Kaspîyê ragîhand.

Bi van hemûyan re, ajansa navneteweyî ya Fitch Solutions vê dawîyê îhtîmala hinartina 20 mîlyard mêtrekûp gaz ji Adirbêcanê bo Avropayê  sala 2027 a de xistîye bin pirsê.

Wêneya navborî ji bo nirxandina helwesta sîyaseta derve ya Adirbêcanê pir girîng e. Tiştekî xwezayî ye ku di şert û mercên kûrbûna alozîyên aborî de, Elîyêv neçar dimîne ku ber bi binbirkirina sîyasî ve biçe, bi destkeftî û serkeftinên erdî hewl dide pirsgirêkên aborî û civakî ji bin siya xwe bigire”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button