H’emû nûçeSereke
Armên Grîgoryan tevî Cêyk Salîvan pirsên derheqa hevkarîya nava goveka ewlehkarîyêda gotûbêj kirine

Wextê seredana xebatêye li Swîsrê, sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan rastî şêwirmendê serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, yên pirsên ewlehkarîyê Cêyk Salîvan hatîye.
Wextê hevdîtinê, pirsên hevkarîya ermenîya-amêrîkîyaye nava goveka ewlehkarîyêda hatine gotûbêjkirinê û paşê xeberdan derheqa karebûnên piştgirîya amêrîkîye bona ewlehkarî û parastina Ermenîstanê çûye.







