H’emû nûçeSereke

Papoyan û Sara Morgêntaûyê pirsa lênihêrandina sûka amêrîkîye nû gotûbêj pêk anîne

Wezîrê êkonomîkayê Gêvorg Papoyan, wekîla wezîreta Dewletên Amêrîkayêye karên der, ya pirsên bîznêsê, Sara Morgêntaû qebûl kirîye.

Wextê hedîtinê, Papoyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan piştgirîya aktîv ya Dewletên Yekbûyî, ya bona îzbatbûna aşîtîya wededirêje  bilind qîmet dike. Sara Morgêntaûyê gotîye wekî welatê wê amadeye mecalên êkonomîkîye nû lê binihêre û amadeye wê dorana hevkarîyê bide berfirehkirinê.

Alîya hevkarîya kirîn-frotanêye di navbera herdu welatada, dîvêrsîfîkasîya deranînê û deranîna li sûka nû gotûbêj kirine.

Xeberdan usa jî derheqa pêkanîna merasîma bona bernama ermenîya-amêrîkîye nû çûye, ya ku wê payîzê li Ermenîstanê pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button