H’emû nûçeSereke

Tomerîkirina raporta bi sernavê “Bona çi li Qerebaxê ermenî tunene?” hatîye belavkirinê

Nava raportêda hatîye dîyarkirinê ku çi cûreyî cimeta Qerebaxê bi zanebûn hatîye êrîşkirinê, hatîye dorpêçkirinê û rûyê çida mafên binelîyên Qerebaxêye ermenî hatine teribandinê û ew ji qewilên jîyînêye sade miqûf mane.

Raporta tevayî ji alîyê Freedom House ê, International Partnership for Human Rights ê, asamblêya Hêlsînkêye sîvîl, fonda pêşkeftina dêmokrasîyê, ya ofîsa Vanazorê, fonda parastina maf û organîzeyên cudada hatîye amadekirinê.

Wextê mîsîya berevkirina înformasîya şedetî hatine berevkirinê û şirovekirina li ser hîmê kanîyên vekirî zelal dibe, wekî Adirbêcanê bi zanebûn binelîyên cimeta Qerebaxê bi destê zorê û paqijkirinên êtnîkî daye derxistinê.

Tevî şeda ji 330 î zêdetir hevpeyvîn hatine amadekirinê.

Wê mîsîyayê daye zelalkirinê wekî kirinên desthilatdarîya Adirbêcanê xirabkarîye, li gorî qanûndarîya navneteweyî.

Pêşkêşkirina tomerîkirina raportê, 1 ê tîrmehê pêk hatîye. Raport wê bi temamî îlona sala 2024 a bê raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button