SerekeSîyasî

Berdevka DEM partîyê: li dijî kurdan opêrasîyoneke nû dan destpêkirin

Berdevka partîya DEM partîyê nerazîbûn li hemberî destserkirin û girtina xort û ciwanên kurd  ya ji ber govend û stranên kurdî nîşan da û gotîye “Li dijî  kurdan oproseyekehatîye destpêkirin”.

Berdevka DEM partîyê Ayşegul Doganê  li avahîya partîya xwe daxuyanîyek da çapemenîyê û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Di rojên dawî de li gelek parêzgehên Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê bi dehan kes bi hinceta govendên kurdî û bilindkirina dirûşman hatine desteserkirin û girtin.

Ayşegul Doganê nerazîbûn li hemberî vê yekê nîşan da û got ku li Tirkîyayê proseyeke nû ya opêrasîyonan li dijî kurdan dest pê kirîye.

Doganê bal kişand ser bûyerên salên 80 î û 90 î yên li dijî kurdan û gotîye:

Wisa xuya dike ku ev desthilatda ji tiştên bi serê desthilatdarên din hatine ji xwe ders wernegirtîye

Ev polîtîka bi salan hat meşandin lê tu kesekî tu encamek ji wan bi dest nexist.

Hûn nikarin tiştekî bi dest bixin. Hûn wiha tenê dikarin dawîya xwe bileztir bikin

Hûn dijminên kurdan in û rastî ev e. Nîjadperestîyê asayî dikin. Tişta tê kirin gelekî metirsîdar e”.

“Werin em bi hev re vê govendê mezin bikin”

Di berdewamîya axaftina xwe de Doganê banga raya giştî ya Tirkîyayê kir û gotîye:

“Werin em bi hev re vê govendê mezin bikin. Gelê kurd wê dest ji govenda xwe bernede.

Tehemûla nivîsên hişyarîyê yên bi kurdî yên li axa Kurdistanê jî nakin. Tirkîyayê ev tişt salên 90 î jî dît.

Em bangî desthilatdarîyê dikin, şerê xwe li ser kurdan nekin. Hûn civakê ber bi cihekî xetere ve dibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button