Ji niha û pê ve li Ermenîstanê wê roja bav û kalan be: wê di 17 ê hezîranê de bê pîrozkirin

Hukumetê di rûniştina îro de biryar da ku roja 17 ê hezîranê wek roja bav û kalan bê pîrozkirin.
Parlamentera fraksiyona “Peymana sivîl” ya meclisa Neteweyî Zaruhi Batoyan ji bo guhertina qanûna Ermenîstanê ya “Cejin û rojên bîranînê yên Komara Ermenîstanê” ya ku 17 ê hezîranê li Ermenîstanê wek Roja Bav tê pîrozkirin, pêşniyareke wiha kir.
Di hincetkirina biryarê de hat gotin ku xala 16 a destûra bingehîn ya Komara Ermenîstanê di derbarê girîngiya rola parastina malbatê de berpirsyariya dewletê destnîşan dike. Zagona Ermenîstanê ya “Cejin û bîranîna Komara Ermenîstanê” roja dayik û bedewiyê ku di 7 ê nîsanê de tê pîrozkirin, diyar dike, lê di rêziknameya heyî de roja bav û kalan nayê diyarkirin.
“Li hejmarek ji welatên cîhanê, roja bav bi armanca rêzgirtin û spaskirina bav û kalan, dayîna pesinê qurbanî, alîkarî û veberhênanên ku wan ji bo paşeroj û xweşiya zarok û malbatên xwe kirine, tê pîroz kirin.







