Armancên Adirbêcanê bidine eşkerekirinê û bangî civaka navneteweyî bikin: parlamênta Arsaxê

Fraksîyayên parlamênta Arsaxê bi banga tevayîva pêşda hatine.
“Ji 11 a hetanî 22 ê mijdara sala 2024 a li Bekûyê hemcivîna Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya guhartina klîmayê têra hatîye dîtinê û serokên welatên cuda-cuda, dêlêgasîyonên fermî, cabdarên organîzeyên navneteweyî û gelek rojnamevan hatine vexwendinê. Li ber çevaye wekî Bekû wê hemcivînê bona wê yekê bide xebatê, ku civaka navneteweyî bike nava şaşîyê û fikira derheqa wêda bê guhartinê, kîjan barbarîyên mîyaserkirîva girêdayîne. Ji şikberîyê dere wekî nêzîkbûna nevsên ku hatine vexwendinê û usa jî ya sîstêmên cuda-cuda wê bê hesabê çawa piştgirîya berdewama xirabkarîya, kîjana meriv dikare cudake:
-Paqijkirinên êtnîkîye ku îlona sala 2023 a li Arsaxê hatine mîyaserkirinê, çawa komkujî û xirabkarîya dijî merivatîyê.
-Ketina hêzên Adirbêcanêye li axa Komara Ermenîstanê û gefxwerinên hindava Ermenîstanê.
-Gunehkarkirinên feş, yên dijî serokên Arsaxêye leşkerî-sîyasî û dîlên mayîn.
-Sîyaseta Adirbêcanêye dijî ermenîya, ya ku usa jî bi tunekirina mîrata Arsaxêye dîrokî-çandî tê kifşê.
Vê navnîşa xirabkarîya meriv dikare berdewam bike. Bi pêkanîna civîna guhartina klîmayê, veşartina kirên xwe wê tenê atmosifêra neqewînbûnê û bêbawarîyê bide kûrkirinê, ya ku rûyê şerê sala 2020 î ye 44 rojeda, rûyê dorpêçkirina Arsaxê û gefxwerinên komkujîyêva hatîye borcdarkirinê.







