
Di opêrasîyona Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) ya li bajarokê Sifîyan ê li parêzgeha Hesekê de, 2 çeteyên DAIŞ ê hatin girtin.
Navenda ragîhandinê ya HSD ê di daxuyan yeke nivîskî de ragîhand, tîmên opêrasîyonên leşkerî yên girêdayî HSD ê li bajarokê Sifîyanê opêrasîyoneke ewlehîyê li dar xist.
Di daxuyanîyê de hate gotin, di opêrasîyonê de şaneyeke DAIŞ ê ya ku gelek kiryarên têrorî li herêmê pêk anîne, hat jihevxistin.
Da zanîn jî, opêrasyon bi girtina çeteyên bi navên Îsa Mihemed Heshas (Ebî Hemze) û Ebdullah Mihemed Heshas (Ebî Omer) bi dawî bû.
Navenda Ragihandinê ya HSD ê amaje bi wê jî kir, hêzên ku opêrasyon kirine dest danîn ser çek û teqemenîyên ku li gel her du çeteyan bûn.







