H’emû nûçeSereke

Gerekê usa jî hesab hildin wekî Adirbêcan jî xwe sîlih dike: Sargîs Xandanyan

Bona razîkirina hewcetîyên xweye parastinê û helkirina pirsgirêka ew yek birîyara Ermenîstanêye û alîyê sêemîn nikare Ermenîstanê mecbûrke yan jî dewê bike ku sîliha dest neynin. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana, serokê komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der Sargîs Xandanyan gotîye.

“Hukumata Ermenîstanê gelekî zelal pêşnîyarî Adirbêcanê kirîye ku mêxanîzma kontrolkirina sîliha sazkin, ya ku bêyî cab maye.

Gerekê wê yekê jî hesab hildin wekî Adirbêcan jî xwe sîlih dike. Dêmek, heger xemgînîya wî cûreyî heye, wî çaxî li vir jî ew xemgînî heye û nêzîkî aqilaye wekî mêxanîzmeke wî cûreyî bişuxule”,-Xandanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button