SerekeSîyasî

Dironekê maleke li kampa Mexmûrê bombebaran kir

Li gorî zanyarîyan, malek li kampa Mexmûrê ji alîyê dironeke artêşa Tirkîyayê ve hate bombebarankirin.

Li gorî mêdyaya nêzîkî PKK ê, îro danê êvarê malek li kampa Mexmûrê ji alîyê dironeke artêşa Tirkîyayê ve hate bombebarankirin.

Amaje bi wê jî kir, di encama êrîşê de, 3 jin birîndar bûne, birînên jinekê giran in û ji bo nexweşxaneyê hatîye rakirin.

Kampa Mexmûrê ku ji alîyê PKK ê ve wek “Wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî” tê naskirin, nêzîkî 20 hezar kesan lê bicîh dibin ku alîgir û kesûkarên gerîlayên PKK yê ne.

Pêştir gelek caran ew kamp ji aliyê firokeyên şer û dronên Tirkiyeyê ve hatiye bombebarankirin û zirarên canî û madî ji wan bombebaranan çêbûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button