Sîyasî

HSD ê 28 endamên DAÎŞ ê li Heseke, Reqayê û Dêrazorê girtin

Hêzên HSD û asayîşê bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAÎŞ ê, 28 endamên DAÎŞê di heyama 20 rojên borî de girtin.

Rewangeha sûrî bo mafên mirovan belav kir, hêzên Sûrîyayêye Demokratîk (HSD) ji destpêka vê mehê ve, gelek opêrasîyon li gundên Hesekê, Reqayê û Dêrazorê li dijî şaneyên DAÎŞ ê kirine.

Dîyar kir jî, di van opêrasîyonan de 28 endamên vê rêxistinê têrorîst hatin girtin.

Li gorî rewangehê, ev opêrasyon bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAÎŞ ê hatine kirin.

Şaneyên DAÎŞ ê bi berdewamî êrîşan dikin, kemînan datînin û mîn û bombeyan vedidin ku dibin sedema kuştin û birîndarkirina sîvîl û şervanên HSD û asayîşê.

HSD ê bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî ji adara sala 2019 a ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dawî devera di destê DAÎŞ ê de li Sûrîyayê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAÎŞ ê yên razayî kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button