SerekeSîyasî

Di cewherê pevçûyînên leşkerî de guhertinek çêbû: Gantaharyan rewşa Libnanê  raber kirîye

Di nav xwezaya nakokîyên leşkerî yên di navbera Libnanê û Îsrayêlê de guhertinek çêbûye, ango derbazbûna şer bo qonaxeke nû tê dîtin, ku di bin şert û mercan de, her çend şerekî vekirî tune be jî, berferehbûna berfireh heye, yên opêrasyonên şer.

Sernivîskarê rojnama “Azdak” ya Bêyrûtê Şahan Gantaharyan di gotûbêja digel nûçegîhanê “Armênprêss”ê de ev nêrîna han eşkere kir û amaje bi rewşa piştî êrîşên mûşekî yên Îsrayêlê bo ser deverên başûrê Libnanê kir.

 “Herêmên ku navendên leşkerî yên “Hêzbolah” lê hene, bi berdewamî ji alîyê artêşa Îsrayêlê ve tên armanckirin. Vê carê jî taxên başûrê Bêyrûtê hatin topbarankirin. Bi gotineke din, hedefên potênsîyal hemû herêmên ku civakên Şîa lê dijîn in. Di vê kêlîyê de, bi taybetî ji herêmên başûrê Libnanê, şert û mercên pêla koçberan tê dîtin. Îsrayêl erka vegerandina ewlekarîya herêmên xwe yên bakûr dabû ber xwe, ku tê wateya vegerandina nifûsa ji wir hatine derxistin. Ev jî ji ber mebesta avakirina herêmeke ewle ye. Li gorî wan, ev tê wateya paşvekişîna çeperên “Hîzbollah”,- Gantaharyan gotîye.

Ewî got jî ku beşek ji civaka ermenî li Libnanê dûrî deverên opêrasîyonên serbazî ne û nayên armanckirin, tevî ku karsazên ermenî  hema bi hemû herêmên Libnanê re peywendîyên bazirganî hene û ji bo bazirganîyê serdana deverên cuda dikin. Gantaharyan destnîşan kir ku di nav civaka ermenî de panîk tune ye, mîna her kesî, hemwelatîyên me jî di nav de, fikar hene ku opêrasîyonên leşkerî berbelav bibin û hêjmarên mezintir bigirin û pirsgirêkên aborî û civakî yên ji xwe tirsnak kûrtir bikin. Civaka ermenî parçeyekî bingehîn yê civaka Libnanê ye, lema jî ne girêdayî wan bûyeran e.

Gantaharyan di axaftina xwe de li ser bandorên derve jî û bi taybetî bangewazîya rêberê ruhanî yê Îranê ji hemû dewletên îslamî re ji bo qutkirina peywendîyên aborî bi Îsrayêlê re, gotîye: pêvajoya danîna peywendîyên dîplomatîk di navbera welatên erebî û Îsrayêlê de dest pê kirîye û Ayatollah Xamênêyî bangawazî ne bû sedem ku ew têkilî bên şikandin.

Hevpeyvîna me gotîye: “Encamên proseya ji nû ve xêzkirina nexşeya sîyasî ya giştî hîn ne dîyar e, lewra hê zû ye ku em li ser rastîya sîzayan yan qutbûnê, yan jî li ser encamên wê rastîyê biaxivin”.

Li gorî Gantaharyan, pêrspêktîva vekirina enîya duyemîn bi kiryarên Îsrayêlê ve girêdayî ye. Têl-Avîvê ragîhand ku wê karîye hejmareke berçav ji rêyên jêrzemînê wêran bike û kontrola devera nêzîkî xala pişkinînê ya ku Gazayê bi Misrê ve girê dide pêk bîne.

 “Lê ji alîyê din ve dema ku daxuyanîyên bi vî rengî têne kirin, tê wê wateyê ku opêrasîyonên leşkerî hinekî bi dawî bûne, di vê rewşê de agirbesta li Gazeyê zêdetir xuya dibe. Niha rewşa Gazeyê û rewşa sînorê bi Libnanê re ji hev cuda bûne. Nayê dûrxistin ku rêkeftina agirbestê li Gazayê be kirin, lê li ser sînorê Libnanê rewş aloz bibe, ji ber ku agirbest ne di berjewendîya Natanyahû de ye. Dixwaze bi opêrasîyonên leşkerî bala civaka cihû bikişîne, ku nerazîbûnên cidî yên li hember hukumeta wî zêde dibin. Edîtorê rojnameya “Azdak”ê di dawiya axaftina xwe de got ku eniya duyemîn ya muhtemel, berevajî Gazayê, ji aliyê hedefan ve bi sînortir e û wê nekeve şerekî  berfireh”.

Wezîreta tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrîşên dawî yên Îsrayêlê de, hejmara qurbaniyan gihîştiye 182 kesan û 727 kes jî birîndar bûne. Wezîreta tenduristiyê ya wî welatî ragihand ku di nav qurbaniyan de jin, zarok û bijîşk jî hene. Xelkê herêmên başûrê Libnanê hewl didin ji ber topbarana Îsrayêlê birevin. Li gorî wezîreta karên hundir, dibistanên li Beyrûtê, Trablus û herêmên rojhilat û başûrê Libnanê dê ji bo koçberan bibin stargeh.

Beriya niha Îsrayêlê ragihandibû ku ew ê li Geliyê Bekayê ku çekên stratejîk yên Hêzbollahê tê de ne, bixin. Berdevkê artêşa Îsrayêlê bang li sivîlan kir ku bi lez û bez koç bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button