SerekeSîyasî

Ji alîyê Adirbecanê ve sextekarîya sîyasî

Alîyê Adirbecanê bi her awayî hewl dide ku meseleya aşîtîyê bifiroşe Ermenîstanê, di berdêla wê de hewl dide ku tawîzên yekalî yên mezintir bi dest bixe. Pisporê mijarên herêmê Armên Pêtrosyan di axaftina xwe ya bi  Radar Armenia re gotîye.

Bi dîtina wî, di demeke kurt de, heta ku peymana aşîtîyê be îmzekirin jî, hin pirsgirêkên stratêjîk hene ji bo çareserkirina wan, Adirbêcan serwêrîya xwe ya leşkerî bikar tîne.

 “Bi giştî hesabên Adirbêcanê wiha ne ku ew ê li herêmê serwêrîya xwe ya leşkerî li hember her du cînarên xwe Ermenîstan û Gurcistanê bidomîne. Yanî daxuyanîya Adirbêcanê ku di sala 2025 a de lêçûnên parastin û ewlehîyê dê bi qasî 7 selefî kêm bibin, ev nayê wê wateyê ku ew di warê peydakirina çavkaniyên darayî yên raste-rast de li pêş Ermenistan û Gurcistanê ne.

Li gorî pispor ev gav nikare weke nîşaneya aştiyê bê nirxandin. Ev bilbileke propagandayê ye ku sûcdarkirina Ermenîstanê û berdewamkirina çekdarkirina Adirbêcanê bi rastiyê re nagunce.

 “Û bi vî awayî, bi hejmarî, ev yek nîşan dide ku, binerin, em lêçûnên darayî kêm dikin, û Ermenistan berdewam xwe çekdar dike û welatên avropî jî dixwazin aramiya herêmê xirab bikin, Ermenistanê çekdar bikin û xwe li herêmê bihêz bikin. Dixwazin bi hin sernavên sexte propagandayê bikin, mîna ku lêçûnên byûcêya leşkerî kêm dikin, lê di rastiyê de ew ê ji bo berfirehkirina qada leşkerî, zêdekirina erdnîgariya bidestxistina çekan, zêdetir pere xerc bikin»,-Armên Petrosyan wiha dawî li axaftina xwe anî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button