Li Vayos Zorê bûyera şerabê: “Festîvala şeraba Arênîyê” wê pêk bê

Ji xwe roja şemîya yekem ya meha cotmehê cara 16 emîn li gundê Arênîyê yê herêma Vayos Zorê “Mihrîcana şeraba Arênîyê” tê lidarxistin. Piştî navbereke du salan, “Fêstîvala şeraba Arênîyê” bi bernameyeke tije vedigere. Di civîna çapemenîyê ya ku li salona çapemenîyê ya “Armênprêss”ê hat lidarxistin de, rêvebera “Weqfa fêstîvala Arênîyê” Nûnê Manûkyanê da zanîn ku fêstîval vê carê bi navê “Netewên ji bo aşîtîyê” bi beşdarîya hindikayîyên neteweyî yên li Ermenîstanê tê lidarxistin.
“Bûyer derfetek mezin e ji bo naskirina cîhêrengîya çandî ya neteweyên cîhê, kêfa cûre-cûre şerabê û xwezaya gundê Arênîyê. Êzdî, sûryanî, ûkraînî, bêlarûs û kêmneteweyên din dê bi stran, dîlan û cil û bergên xwe çanda xwe pêşkêş bikin. Destpêka mîhrîcanê wê bi beşdarîya wan bê dayîn”.
Çalakî dê bi merasîma çekirina tirî, ku şîreta şerabê ye, dest pê bike. Di mîhrîcanê de şerabên şerabçêkerên xwemalî û yên hilberîner wê bên raberkirin.
“Di serî de, em bi beşdarên pir hindik re xuya bûn, 4 yan 5 şerabçêker hebûn. Îro zêdetirî 20 şarabçêker dê berhemên xwe raber bikin. Dixwazim bi kêfxweşî bêjim ku gelek kes hene ku dixwazin beşdar bibin, tenê îmkanên herêma me rê nade ku em hejmareke zêde ya xelkê beşdar bikin, loma jî me bi giranî hilberînerên şeraba Vayos Zorê qebûl kir. Ez bêjim ku demekê niştecîhên civakê amade nebûn ku beşdar bibin, amade bibin, lê niha wêne bi tevahî cöda ye”.
“Mihrîcana şerabê ya Arênîyê” ku hatîye avakirin û bûye karteke karsazîyê, bandoreke mezin li jîyana civakê kirîye. Pisporê pêşeng yê xebatkarên salona komeleya Arênîyê Norayr Grîgoryan, dîyar kir ku di gelek waran de encamên berbiçav hene.
“Dema ku her sal çalakîyek bi domdarî bê lidarxistin, nasandina civakê zêde bibe, herikîna geştyaran di nava salê de bê peyda kirin, wê demê rayedarên herêmî neçar in ku şert û mercan baştir bikin. Di van salan de mîhrîcanê di warê pêşxistina binesazîyê de bandora xwe kir. Îro gundê Arênîyê veguherîye înşaeteke mezin, xebatên çêkirina rêyên mezin tên kirin, xetên kanalîzasîyon, xetên avê tên çêkirin. Dema ku me nû dest bi lidarxistina vê festîvalê dikir, wê demê kesî nedikarî mêvanxaneyek hebe. Îro li Arênîyê zêdeyî 20 malên mêvanan, 5 gastropûb dixebitin, hejmara rez û hilberînerên şerab zêde dibe”.
Li gorî serokê fêdêrasîyona tûrîzmê ya Ermenîstanê Mêxak Aprêsyan “Festîvala şerabê ya Arênîyê” ji bo geşepêdana tûrîzma bûyeran alîkarîyek mezin dide. Di heman demê de yek ji teşwîqên sereke ye ji bo vejandina şerabsazîya ermenîyan. Mêxak Aprêsyan bal kişand ser rewşeke din ya girîng.
“Mixabin ji ber rewşa ne aram ya li herêmê, Ermenîstan li gelek welatên ku ji bo me bazareke mebest in, bi xetên sînor yên sor re derbas dibe. Bi gotineke din, ew têra xwe ne ewle tê hesibandin. Ev mîhrîcan faktor û amûrek bi bandor in ku berovajî vê yekê îzbat dikin”,- Mêxak Aprêsyan gotîye.
5 ê cotmehê wê mîhrîcan seheta 11:00 a dest pê bike. Çalakî wê heta êvarê seheta 20.00 î bidome.







