Xemgînî heye wekî Adirbêcanê bicêribîne bernamên leşkerîye nû dijî Ermenîstanê mîyaserke: Mîrzoyan

Nava wê pirsêda ku li Adirbêcanê civîna klîmayêye navneteweyî bê derbazkirinê, me piştgirîya kandîdatîya Adirbêcanê kirîye.Ez bawarim, wekî niha em dikarin rûpelê dew û dozêye li herêmê bigrin û rûpelê zemanê aşîtîyê û hevkarîyê vekin.Feqet hal niha cûrekî mayîne. Derheqa wê yekêda, wextê civîna Varşavayêye ewlehîyê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku çi cûreyî dikarin nava civakêda aminayê sazkin, bona ku aşîtî îzbatbe, dema ku ji Adirbêcanê gefxwerin tên bihîstinê, Mîrzoyan gotîye: “Bi rastî xemgînî hene wekî Adirbêcanê bicêribîne bernamên leşkerîye nû dijî Ermenîstanê û axa me mîyaserke. Mesele, alîyê azêrîya niha gotina “Adirbêcana Rojavayê” dide xebatê, ya ku hîmlî derheqa temamîya axa Ermenîstanêdane.Ew dibêjin,wekî ew yek dewekarîya hindava axê nîne, lê mixabin li ber çeva tiştekî mayîne.
Hûn dipirsin ku ez çawa wezîrê karên der, yan jî hukumata min dikarin aminayê texmînkin? Mixabin ez nikarim aminayê elamkim, çimkî ez nava pirsa bernamên Adirbêcanêye edilda guman nînim”,-Mîrzoyan gotîye.







