Ermenîstanê şuxulkarîya careke mayîn kirîna 84 komplêksên ATAGS ê destpê kirîye: IDRW

Hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî cêribandinên komplêksên topaye ATAGS ser hevda anîne, yên ku ji Hindistanê hatine kirînê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda malpera Indian Defence Research Wing ê daye dîyarkirinê.
Li gorî wê kanîya înformasîyon, ew sîstêm hemû cêribandinara derbaz bûye û ew li cîhên welête cuda-cuda hatine mîyaserkirinê.
“Xêncî wê yekê, çend guhartin hatine kirinê bona ku ew sîstêm li gorî xwestinên hêzên ermenîbe.
Nenihêrî wê yekê wekî ew sîstêm li Hindistanê hatine cêribandinê, ew wedekî dirêj nava qewilên Ermenîstanêda nehatibûne cêribandinê”,-malperê nivîsîye.
Li gorî wê înformasîyayê, serhevdaanîna cêribandinên açix îzin daye ku dîsa 84 komplêksên wî cûreyî bikirin. “Destanîna sîstêmên wî cûreyî wê mecalên artêşa ermenî bide bilindkirinê. Ev sîlihên wedê niha wê alî parastina sînorên welêt û çareserkirina ewlehîyê bikin”,- malperê nivîsîye.







