H’emû nûçeSereke
Hêzên welatê sêyem wê li ser axa welatê me karekî ewlekarî nekin: cîgirê serokwezîr

Divê erkên kontrolkirina gumrikê û kontrolkirina sînor tam, serwêr bin, Ermenîstan amade ye gotûbêjan bidomîne û ev daxwaz heye. Alîkarê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan 21 ê cotmehê li miclîsa netewî di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de behsa mijara vekirina rêyên ragîhandinê kir.
“Hêzên welatê sêyem wê li ser axa welatê me karekî ewlekarî nekin”,- ewî gotîye.
Mihêr Grîgoryan der barê daxuyanîya serokwezîr Nîkol Paşînyan de jî gotîye, alîyê Rûsîyayê tenê dikare çavdêrîya rêya ku Adirbêcanê bi Naxçêvanê ve girêdide, ji dûr ve jî dikare bişopîne. “Ev bi armanca ku çima tê kirin girêdayî ye. Ma we ew pirs ji xwe kirîye?”.







