H’emû nûçeSereke

Kongreya Kalêdonya Nû ya fransî peymana nakok ya bi Adirbecanê re betal kir

Serokê kongreya Kalêdonya Nû ya fransî peymana nakok ya bi Adirbêcanê re betal kir. Serokê hilbijartî yê kongreyê Vêylma Falêo sîyaseta pêşewa Rox Vamîtan berovajî kir, ku ligel çend kesayetîyên din, di çarçoveya hewlên bidestxistina serxwebûnê de, pêwendîyên xwe bi Adirbêcanê re bihêz kirin.

 “Bi Adirbêcanê re ku piştgirî daye tevgera wan, têkilîyên pir xurt ava kirine. Di van çend salên borî de, Adirbêcanê du civîn bi navê înîsîyatîfa Bekûyê li dar xist. Ew banga dêkolonîzekirina hemî deverên fransî yên li pasîfîkê dike”,- Dênîz Fîşêr, şêwirmendê berê yê Avstralyayêyî li Kalêdonya Nû gotîye.

Ev yek li hember vê yekê pêk tê ku wezîrê nû yê Fransîyayê yê herêmên der, Fransûa-Noêl Bafê, serdana wir kir. Dever ji serhildanên kujer yên ku 13 kes mirin û mîlyardek dolar zirar dîtibûn, xelas dibe.

Hêjayî gotinê ye ku di 14 ê nîsana îsal de di navbera meclîsa mîlî ya Adirbêcanê û kongreya Kalêdonya Nû ya Fransîyayê ya li Okyana Edilda  peymana hevkarîyê hate îmzekirin. Seroka meclîsa Adirbêcanê Sahîba Gafarova di merasîma îmzakirinê da dîyar kir ku ev belge ji bo ku bingeheke qanûnî ya geşepêdana peywendîyên di navbera her du parlamêntoyan de pêk bê girîng e û dê çarçoveya hevkarîyê dîyar bike.

Muxalefeta Adirbêcanê Cemîl Hasanlî rexne li destwerdana di kar  û barên Kalêdonîya Nû de girt û got ku peyman ji destpêkê ve nebaş hatîye fikirîn. Wî destnîşan kir ku ji bo Adirbêcanê, ev têkçûna dîplomatîk zehmetîyên berfirehkirina bandora xwe ji derveyî sînorên xwe, bi taybetî li deverên ku tevlihevîyên dîrokî û jêopolîtîk lê kûr in, eşkere dike.

“Ev tiştekî pûç e ku welatekî ku di warê asta jîyanê de di rêza 93 emîn ya cîhanê de ye, hewl bide alîkarîya herêmeke ku di rêza 33 emîn ya cîhanê de ye, bike. Em lê zêde bikin ku di çarçoveya kampanya li dijî Fransîyayê ya ku li ser asta dewletê li Adirbêcanê tê kirin,  6 ê tîrmeha sala 2023 a de koma înîsîyatîvê ya Bekûyê hate damezrandin ku li dijî Parîsê çalakîyên cûre-cûre organîze dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button