Nîkol Paşînyan wê beşdarî civîna BRICS ê bibe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê beşdarî civîna BRICS ê ya ku wê 22-24 ê cotmehê li Kazanê bê lidarxistin, bibe.
Derheqa wê yekêda berdevka serokwezîr Nazêlî Bagdasaryanê der barê mijarê de agahî da çapemenîyê û dîyar kir ku berîya mehekê tevlîbûna serokwezîr ya li civînê hatibû piştrastkirin.
Li ser pirsa gelo hevdîtinên bi serokên welatan re tê plankirin yan na, berdevka serokwezîr bersiv da: “Agahîyên bêtir li ser wê wê bên dayîn”.
Bêjin ku wê li miclîsa netewî ya ku serokwezîr jî tê de beşdar bibe, li gel hukumetê rûniştina pirs û bersivên kevneşopî bê kirin. Bi îhtîmaleke mezin wê Nîkol Paşînyan dereng here Kazanê ku rûniştina pirs û bersiva parlamentoyê bi dawî bibe.
Hêjayî bîrxistinê ye ku civîna BRICS ê îro li Kazanê dest pê dibe. Berîya niha dezgeha çapemenîyê ya Krêmlê ragîhandibû ku serokê Rûsîyayê Vladimîr Pûtîn wê bi serokên hemû dewletên beşdar di civîna BRICS ê de hevdîtinekê pêk bîne.
Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv jî wê beşdarî çalakîyê bibe.







