H’emû nûçeSereke

Adirbêcana mêvandarê Cop29 xwe ji bo berfirehkirina hilberîna gazê amade dike: The Guardian

Adirbêcan, ku mazûvanîya lûtkeya avhewayê ya cîhanî ya Cop29 dike, wê di deh salên pêş de hilberîna gazê bi girîngî berfireh bike. Rojnameya brîtanî The Guardian li ser vê yekê dinivîse.

Divê danûstandinên krîtîk ji hêla “yên ku berjewendîya wan heye ku cîhan bi sotemenîyên fosîl ve girêdayî ne” bê kontrol kirin.

Şîrketa neft û gazê ya dewletê ya Adirbêcanê Socar û hevkarên wê bi nîyaz in ku heta sala 2033 a hilberîna gazê ya salane li vî welatî ji 37 mîlyard mêtrkûpa niha bigihînin 49 mîlyard mêtrkûp. Di heman demê de Socar herî dawî li hev kir ku heta sala 2026 a hinardekirina gazê ji bo Yekîtîya  Avropayê 17 selefî zêde bike.

Civîna Cop 29, ku di 11 ê mijdarê de dest pê dike, di demekê de tê ku zanyar dibêjin berdewambûna rêkorên belavkirina karbondîoksîtê tê vê wateyê ku “paşeroja mirovahîyê li hevsengîyê ye”. Ajansa ênêrjîyê ya navdewletî  sala 2021 ê de dîyar kiribû ku eger heta sala 2050 î belavbûna CO2 bigihîje sifirê divê îstîsmareke nû ji sotemenîyên fosîl neyê kirin.

Di vê navberê de, Socarê di sala 2023 a de 97 selefê lêçûnên sermayeyê xwe ji projeyên neft û gazê re veqetand. Hefteyek piştî ku Adirbêcan wek mêvandarê Cop29 hate tayîn kirin, pargîdanî “beşek ênêrjîya kesk” da destpêkirin, soz da ku veberhênanê di têknolojîyên ba û rojê de bike. Lê çavkanîyên ênêrjîyê yên Socar ê yên ku dikarin bên nûkirin hê jî hindik in.

Plana çalakîyê ya avhewayê ya Adirbêcanê  meha îlonê de ji hêla Climate Action Tracker ve wek “krîtîk kêmasîyek” hate nirxandin.

“Adirbêcan girêdayî komeke biçûk ya welatan e ku armancên xwe yên avhewa lawaz kirine [û] welat hilberîna xwe ya sotemeniya fosîl duqat dike”,- analîstan gotine.

Di raporê de tê dîyarkirin ku Adirbêcan û Socar jî bi binpêkirina mafên mirovan tên sûcdarkirin. Nivîskaran dîyar kirin ku ji bo derbaskirina krîza avhewayê pêwîst e civaka sîvîl xwedî azadîya ramanê be û mafên mirovan biparêze.

Nûnerê Cop29, bersiva pirsa têkildarî derbasbûna hilberîna gazê û çavkanîyên ênêrjîyê li Adirbêcanê da û gotîye: “Adirbêcan di kapasîteya gazê de veberhênan dike li ser daxwaza Avropayê ji bo zêdekirina dabînkirina gazê piştî qutbûna gazê ya Rûsîyayê”. Di nirxandina gerdûnî de hat destnîşankirin ku “pêdivî ne kêmkirina bilez û kûr ya ÿmîsyonên gaza serayê”.

Berdevkê Cop29 jî gotîye: “Adirbêcan bi xurtî çavkanîyên xwe yên tav û bayê yên dewlemend bi pêş dixe, wekî beşek ji pabendbûna xwe ya ku bibe dabînkerek pêşeng ya ÿnêrjîya kesk”.

Adirbêcan biryar e ku hilberîna gazê di deh salên bê de sêyek zêde bike, û tê pêşbînîkirin ku pargîdanîyên sotemeniya fosîl 41, 4 mîlyar dolar li zevîyên gazê yên welat xerc bikin, raporek nû dibêje.

Tê çaverêkirin ku derxistina gazê bi qasî 780 mîlyon tonn CO2 hilberîne, ku ev yek ji ducarî zêdetir emelîyeta salane ya Brîtanyayê ye.

Socar bi hin ji mezintirîn şîrketên sotemenîya fosîl yên cîhanê re dixebite, di nav de BP, TotalEnergies, mezina pêtrolê ya rûsî Tatneft û şirketa neftê ya dewleta Yekîtîya Mîrtîyên  Ereba Adnoc.

Aborîya Adirbêcanê pir girêdayî dahatên sotemenîya fosîl e, ku ji 90  selefê dahatên hinardekirinê û 60 selefê ji dahatên hökömetê pêk tê.

Di raporê de hat gotin, “Pir girîng e ku yên pêşengîya danûstandinên [Cop29] rêberên avhewa yên rastîn bin, ne yên ku berjewendîya wan heye ku cîhan bi sotemenîyên fosîl ve girêdayî bimîne”.

Di raporê de îdîayên binpêkirina mafên mirovan û gendelîya li Adirbêcanê jî radixe ber çavan. Dadgeha mafên mirovan ya Avropayê dîyar kir ku welat ji sala 2001 ê û vir ve 263 caran peymana mafên mirovan ya Avropayê binpê kirîye, di nav de 3 dozên îşkenceyê û 30 dozên mûameleya dijmirovî û biçûkxistinê.

Rêxistina navneteweyî ya mafên mirovan Freedom House, Adirbêcanê di warê mafên sîyasî, mêdyaya serbixwe û azadîyên sîvîl de, li pişt Rûsîyayê û Bêlarûsê di rêza welatên herî kêm azad yên cîhanê de digire.Sala 2022 de, Transparency International Adirbêcanê di rêza duyemîn de welatê herî gendelî li Avropaa Rojhilat û Asyaya Navîn destnîşan kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button