H’emû nûçeSereke

Çi tê zanîn li ser wezîrê karên der yê nû yê amêrîkî Mark Rubîo ku piştgirî da Ermenistanê?

Tê çaverêkirin ku serokê nû yê Amêrîkayê Donald Tramp Marko Rubîo wek wezîrê der destnîşan bike.Wusa dixuye ku dîplomatê herî bilind yê amêrîkî wê senatorê hilbijartî ji Floridayê be, ku li ser Çînistanê, Îranê û Vênêsuelayê helwesteke tund girtiye. Ev yek ji hêla The New York Times ve hatîye ragihandin, li ser çavkaniyên xwe.

Gotarê de wiha hat gotin: “Serokê hilbijartî Donald Tramp tê çaverêkirin ku sênator Marko Rûbîo, wê Florîdayê, ji bo wezîrê karên der destnîşan bide”.

Heger bê pejirandin, Rûbîoyê ku li Florîdayê ji dayîk bûye dibe ku bibe yekem Latînî ku wek dîplomatkarê herî bilind yê Amêrîkî kar dike.

Rûbîo ji sala 2010 a de ji bo Sênatoyê hat hilbijartin û bi taybetî li ser Çînistanê, Îranê, Vênêsûêlayê û Kûbayê “helwestek hovane li ser sîyaseta derve” girt. Marko Rûbîo, 53 salîye, kurê koçberên Kûbayê, yek ji parêzvanên herî navdar yên Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ye ji bo sîyaseta derve ya çalak.

Rûbîo di destpêkê de bi komarparêzên ku ji destwerdana bîyanî bêtir bi guman bûn re ne razî bû, lê vê dawîyê wî di mijarên wek şerê Rûsyayê li ser Ûkraînayê de jî piştgirî da Tramp û daxuyand ku “pevçûyîn gihîştîye xitimandinê û divê bi dawî bibe”.

Mijdara sala  2023 a de, Rûbîo piştgirî da qanûna parastina Ermenîstanê ya ku ji hêla Senatoyê ve hatîye pejirandin, ku ji hêla serokê Dewletên Yekbûyî ve li ser dayîna alîkarîya leşkerî û têknîkî ji Adirbêcanê re qedexe dike. Rûbîo got ku pereyê bacgirên amêrîkî divê neçe Adirbêcanê, welatekî ku bêîstîqrarî anî herêmê.

27 ê îlona  sala 2022 a de, serokê komîtêya têkilîyên der ya sênato Robêrt Mênêndês û endamê komîtêyê Marko Rûbîo înîsîyatîveke qanûnî ya dupartî destnîşan kirin ku êrîşa vê dawîyê ya Adirbêcanê li dijî Ermenîstanê şermezar dike, û banga rawestandina bilez ya alîkarîyên ewlehîyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ji Adirbêcanê re, berdana girtîyên ermenî yên şer kirin û cezayên li dijî Adirbêcanê ji ber sûcan pêk bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button