H’emû nûçeSereke
Sala 2024 a de li dinyayê înflasîyon tenê li welatekî ji ya Ermenîstanê kêmtir dibe: fonda diravî ya navneteweyî

Li gorî encamên dawîya îsal înflasîyon li Ermenîstanê wê bibe 0,2 selef. Ev yek raporta fonda pereyan ya navneteweyî de tê gotin.
Ew ê piştî Kosta Rîkayê ku sala 2024 a de bibe welatê tekane yê cîhanê ku deflasîyon lê bê tomarkirin (0,3 selef) di cîhanê de nîşana herî nizim be.
Çînistan wê bi rêjeya înflasîyonê ya kêm (înflasîyon wê 0,4 selefbe) sê rêza pêşîn bigire.
Tirkîya jî bi rêjeya 60,9 selefî wê di nava pênc welatên ku înflasîyon zêde heye cîh bigire.Zîmbabvê (635,3 selef) wê pêşengîya vê antîrêjeyê bike.
Înflasîyon di dawîya salê de wê li Adirbêcanê 2,1 selef, li Gurcistanê 1,1 selef , li Îranê 31,7 selef û li Rûsîyayê jî 7,9 selefbe.







