Zanyaran hîpoteza Hêrodots ya derbarê esilê ermenîyan ya Balkan de red kirine

Zanyaran hîpotêza dîroknasê kevinar yê yûnanî Hêrodots ku dibêje bav û kalên ermenîyan bi esilê xwe balkan in, red kirin.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, di gotara ku di kovara American Journal of Human Genetics de hatîye weşandin tê gotin ku gênêtîkzan 57 dêzokbedrom ermenîyan ji bo lêkolîna dîroka dêmografîk ya nifûsa wan xwendine û çavdêrîyên ku ji alîyê gênêtîkî ve nêzîkî ermenîyên nûjen li herêma Kafkasyayê dijîn piştrast kirin hîn di serdema Bronz de ne.
Di gotarê de tê behskirin ku dîroka ermenîyan demeke dirêj bala lêkolîneran kişandiye ser xwe. Ev yek ji ber wê yekê ye ku dêra wan ya şandî, alfabe û zimanê wan heye, ku ji şaxek cuda ya malbata zimanên hindavropî ye.
“Bi saya raporên Hêrodots, dîroknasê yûnanî yê serdema kevinar, hîpotezek derketîye holê ku bav û kalên ermenîyan ji Balkanan û bi taybetî jî ji Trakyayê koçî Kafkasyayê kirine. Ew hîpoteza paşê ji hêla hin zimanzanan ve hate destnîşan kirin. Lê belê, delîlên nûjen nîşan didin ku bi kêmanî di serdema bronz de li vê herêmê nifûsa wekhev jîyaye. Di gotarê de dema nêolîtîk tê gotin”,-gotarêda hatîye gotinê.
Anahît Hovhannîsyana ji Trînîtê kolêca Dûblînê, encamên lêkolîna li ser dîroka dêmografîya ermenîyan bi hevkarên rêxistinên zanistî yên 9 welatan re raber kir. Li gorî vê yekê, zanyar 34 gênomên temam yên mirovên ku çar nifşên bav û kalan xwe wek nûnerên gelê ermenî dihesibînin xwendin. Wekî din, lêkolîneran qada lêkolînê berfireh kirin da ku 23 kesên din yên bi daneyên tevjênomê ve girêdayî bin, û her weha daneyên têkildarî gênomên kevinar û nûjên yên berê hatine weşandin raber kirin.
“Lêkolîna van gênoman piştrast kir ku Hêrêdots xelet bû dema got bav û kalên ermenîyan ji nîvgirava Balkanan koç kirine. Ermenîyên nûjen nifûseke tam homojên tesîlm dikin.
Di gotarê de wiha tê gotin: “Jênêtîk her weha piştrast kir ku hin bav û kalên ermenîyên nûjen heya serdema nêolîtîk li Kafkasyayê jîyane, wek berê di lêkolîneke mezin ya li ser gênomên kevinar de hate ragîhandin”.







