H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyanê bi seredana xebatêva here Padişatîya Nîdêrlanda

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê îro bi seredana xebatêva here Padişatîya Nîdêrlanda.Derheqa wê yekêda ji wezîreta karên der ragîhandine.
Piştî bûyîna endama mehkema navneteweyî, eva wê bibe cara ewlin wekî Mîrzoyanê wezîr wê beşdarî civîna welatên endamên mehkema navneteweyî bibe. Li Nîdêrlanda usa jî hevdîtinên dualî tevî hevkarên li wir têra hatine dîtinê.







