SerekeSîyasî

Kongreya konfêdêrasyona revenda Kurdistanî li Berlînê dest pê kir

Duyemîn kongreya konfêdêrasyona revenda Kurdistanî dest bi karên xwe kir. Sazî û navendên kurdî yên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî vê kongreyê dibin.

Kurdên dîyasporayê li bajarê Berlînê yê Almanyayê li hev civiyan. Dixwazin kar û bernameyên sê salên borî bixwînin û binirxînin, palana ji bo sê salên bê jî deynin.

Biryar e di kongreya konfêdêrasyona revenda Kurdistanî ya li Avropayê de, kesên nû ji bo post û komîteyan bên danîn û berdewamiyê bide kar û xebatên xwe.

Tevî ku heta niha hejmareke rast li ser hejmara kurdan li Avropayê tune ye, lê li gorî rêxistin û navendên kurdan, zêdeyî 3 milyon kurd li Avropayê dijîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button