SerekeSîyasî

Jineke kurd ya êzidî hat rizgarkirin

Jineke kurd ya êzidî piştî 10 salan li parêzgeha Îdlîbê ya Sûryayê hat dîtin.

Jina kurd ya êzidî ya  29 salî tebaxa sala 2014 a li Şengalê ji alîyê çekdarên DAIŞ ê ve hatibû revandin.

Ofîsa rizgarkirina revandîyên destê DAIŞ ê ragihand ku jina kurd ya êzidî 7 ê kanûna pêşin li parêzgeha Îdlîbê hatîye dîtin û niha li cem hêzên ewlehîyê yên herêmê ye.

Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandîyên destê DAIŞ ê Hesen Qaîdî li ser dîtina jina kurd ya êzidî ji Rûdawê re axivî û gotîye:

“Destpêka vê mehê piştî têkçûna rewşa ewlehîyê ya Sûryayê, bi rêya çend kesên ku li Îdlîbê bi pere bi me re kar dikin, me karîye jineke êzidî ya li Îdlibê ji nav malbatekê rizgar bikin”.

Her wiha Hesen Qaîdî gotîye: “Jin niha li cem hêzên ewlehîyê yên herêmê ye û prosûdûrên wê temam dikin.

Em li bendê ne ku rojên pêşîya me vegere cem xizmên xwe yên li Başûrê Kurdistanê.

Piştî alozbûna rewşa Sûryayê em pir bi hûrî çavdêrîyê dikin û li gor zanyarîyên me, jinên din yên kurdên êzîdî li navçeyên cîhê ne û heta niha nehatine rizgarkirin û beşek ji wan di zindanê de ne”.

DAIŞ ê 3 ê tebaxa sala 2014 a êrîşî Şengal û derdora wê kir.

DAIŞ ê zêdetirî 5 hezar kurdên êzîdî revandin û heta niha zêdetirî 3 hezar ji wan hatine rizgarkirin.

Hîn jî nêzîkî 2000 kesan hene ku bi piranî jin û zarok in û nehatine rizgarkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button