SerekeSîyasî

DEM partîyayê ji bo Rojavayê kampanyak da destpêkirin

Hevserokê DEM partîyê Tûncêr Bakîrhan dîyar kir ku li Sûrîyayê modêla Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê tekane modêla çareserîyê ye û ew nahêlin ku ew modêl bê fetisandin.

DEM partîyê li ser platforma medya civakî X ê bi etîketa  StandWithRojava kampanyak da destpêkirin.

Hevserokê DEM partîyê Tûncêr Bakîrhan li ser hesabê xwe yê X ê bi wê etîketê derbarê rewşa Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê de bi zimanê kurdî, erebî û tirkî peyamek belav kir.

“Em dê nehêlin modêla Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê bê fetisandin”.

Bakîrhan di peyama xwe de gotîye, “Modêla Bakûr û Rojhilatê Sûrîyayê tekane modêla çareserîyê ye, emê nehêlin ku ev modêl bê fetisandin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button