H’emû nûçeSereke

National Interest :Rojava dikare sîlihê atomî bide Ûkraînayê

NATO dikare birîyareke usa qebûlke, ku li Polonîyayê yan jî Ûkraînayê bombên atomî bide cîhwarkirinê.Fikira vî cûreyî gotara  kovara The National Interest ê da hatîye raberkirinê.

Li gorî nivîsara kovarê, piştî wê yekê dema ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û tifaqdarên wêye NATO ê rêyên sistkirina dew û doza dora Ûkraînayê înkar kirin û birîyar kirin ku ji Ûkraînayê derba bighînine Rûsyayê, pêsrpktîvên bona dayîna sîlihê atomî, yên bona Polonîyayê û Ûkraînayê, nêzîkî rastîyê dibin.

Hatîye dîyarkirinê, ku heger usa bibe, wî çaxî diqewime bombên B 61 dikarin bidine Ûkraînayê û Polonyayê. Gotarêda usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî ew yek tiştekî dînanîye, heger sîlihên NATO ê ye atomî cîguhastî Ûkraînayê bikin, ya ku ne endama NATO ê ye.Em bêjin,wekî bombên wî cûreyî salên 60 î dane Bêlçîkayê, Almanyayê, Îtalyayê, Nîdêrlanda û Tirkîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button