H’emû nûçeSereke

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der ji derewên li ber wekîlê Vatîkanê dudilî nebûye

Wezîrê Adirbêcanêyî karên der sêkrêtarê Vatîkanêyî pêwandîyên dere tevî welat û organîzeyên navneteweyî Pol Rîçard Galagêr qebûl kirîye.

Çapemenîya Adirbêcanê ragîhandîye wekî wextê hevdîtinê Cêyhûn Bayramovê wezîr tevî Pol Rîçard pêrspêktîvên hevkrîya dualî û piralî, usa jî pirsên herêmî û navneteweyî  gotûbêj kirine.

“Min bangên pêvajoya aşîtîyê raberî hevkarê xwe kirîye, dikevine nava kîjanê rojeva dasekinandina halê piştî dew û doze û aşîtîyê, qezîya mayna, dewekarîyên  hindava axê û sîlihkirina Ermenîstanê”,-Bayramov mîkrobloga X ê da nivîsîye.

Em bîr bînin,wekî armanca Adirbêcanê ewe ku yek  pêncanîya byûcêya welêt li ser parastinê xercke û pêra jî Ermenîstanê nava xwesîlihkirinêda gunehkarke.Adirbêcan usa jî dewa  du sêanîya axa Ermenîstanê dike û wê axê çawa “Adirbêcana Rojavayê” nav dike, pêra jî Ermenîstanê gunehkar dike ku ew dewa axa Adirbêcanê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button