H’emû nûçeSereke
Zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Rûsyayêda dubare bûye û gihîştîye 10,2 mîlyard dolarî

Nava deh mehên sala 2024 a da zivira eşîyaye di navbera Ermenîtanê û Rûsyayêda gihîştîye 10,2 mîlîyard dolarî û himberî sala derbazbûyî ew yek dubare bûye. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokewezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk wextê civîna komîsîya ermenîya-rûsaye hevkarîya êkonomîkî gotîye.
“Niha melûmetîyên deh mehên sala 2024 a hene. Zivira eşîyaye di navbera herdu welatada gihîştîye 10,2 mîlîyard dolarî.Ev hejmar himberî sala derbazbûyî dubare bûye, lê sal hê ser hevda nehatîye û ez difikirim,wekî ev hejmar wê diha zêdebe”,-Ovêrçûk gotîye.







