H’emû nûçeSereke

Tevî Rûsyayê gotûbêjkirin heye ku perên bona sîliha dayî dewsa deynê başqe hesabkin:wezîr

“Dîyaloga Ermenîstanê û Rûsyayê bona hesabkirina deyna û borcdarîyên dualî heye, yên ku nava yan vê êtapê yan jî ya mayînda pêşda hatine”,- derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan gotîye  Factor TV ê, çawa bersiva wê pirsê, ku gelo Rûsya perê bona sîliha dayî, bona deynên başqe hesabi dike, yan na? Perên bona sîliha  ji Rûsyayê bikirin bi fermî nayê eşkerekirinê. Hetanî niha înformasîyon hebûne, wekî ji 200 î hetanî 400 mîlyon dolar hatîye dayînê.

Wezîr negotîye ku bona kîjan deynî Rûsîya dikare wan pera  hesabke. 

Derheqa wê yekêda wekî Rûsyayê dewsa perên dayî sîlih nedane Ermenîstanê, Nîkol Paşînyan piştî şerê 44 roje bi dengê bilind got. Raste, serokwezîr konkrêt navê wî welatî neda, lê îlona sala 2022 a ewî bi nerazîbûn derheqa welatên tifaqdarda gotibû.

Ji wezîreta fînansa elam kirine, wekî sala 2023 a Ermenîstan 280 mîlyon dolar deyndara Rûsîyayê bû. Ew deyn ji krêdîta pêşda hatibû.

Sala 2015 a Ermenîstanê ji Rûsîyayê krêdîta 270 mîlyon dolarê stendîye, ku bona xebatên ser stansîya atomî mîyaserkin. Hema wê salê jî dîsa 200 mîlyon dolar krêdît bona kirîna sîliha ji Rûsyayê hatibû hildanê.Ji wê krêdîtê 80 mîlyon dolar maye.Sala 2017 a jî Rûsyayê dîsa sed mîlyon dolar dabû. Tiştekî balkêşe wekî Rûsyayê krêdît dane ku bi wan pera ji Rûsîyayê sîliha bikirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button