H’emû nûçeSereke
Tûrîst Ermenîstanê ji bo tebyetê, şerabên hêja û xwarinên dewlemend hildibijêrin:La Repubblica

Balafirên raste-rast Mîlan-Yêrêvanê her tim tijî diçin û vedigerin: tûrîst bi piralîbûna vî welatê piçûk yê Kafkasyayê balê dikişîne.Derheqa wê yekêda weşana îtalî La Repubblica dinivîse.
“Ermenîstan ji demên kevnar ve dîroka cîhanê nîşan daye: yekem netewe bû ku Xirîstîyanî wek ola xwe ya dewletê pejirand, li cîhana şeraba herî kevn (6000-salî) û pêlava çermê ya herî kevn (5 500-salî) ye.
Heger dêrên wê, ku gelek ji wan mîrateya UNESCO ê ne, her dem bala tûrîstan kişandîye, îro Ermenîstan jî ji ber pêyzaja xwe ya xwezayî, şerabên hêja û xwarinên xwe yên dewlemend tê hilbijartin”.







