
Fermandarê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) ku di şerê 14 salan de herêmeke nîvxweser ava kir, bi rêveberiya nû ya Damaskosê re di hevpeyvînekê de ligel kanala Asharq News ya Erebistana Saûdî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengiya kurdên Sûryayê Mazlûm Ebdî (ku bi navê Mazlûm Kobanî jî tê naskirin) got ku yek ji daxwazên wan yên sereke rêveberiya nenavendî ya Sûryayê ye.
Wezîrê berevaniyê yê nû yê Sûryayê, Murhaf Ebû Qesira, ew pêşniyar red kir di axaftina xwe de ji Reutersê re li Damaskosê, got ku ew ê ne rast be ku milîsên kurd yên ku li bakurê rojhilatê wî welatî piştevaniya wan dike, hevalbendiya xwe bi hevalbendiyek berfirehtir û yekgirtî re biparêzin di nav hêzên çekdar yên Sûryayê de.
“Pêvekirina gelek girûpên çekdar yên Sûryayê di nav avahiyeke fermandarî ya yekbûyî de ji bo hukumeta nû ya sereke ye û Hêzên Sûriya Dêmokratîk çareserkirina vê pirsgirêka aloz dereng dixe”,-wezîr daye kifşê.







