H’emû nûçeSereke

Xerîteya kevinar ya ku behsa Ermenîstanê li mûzexaneya Brîtanyayê dike: serpereştyar soz dide keşfên nû

Îrvîng Fînkêl, midûrê beşa Rojhilata Nêzîk ya mûzexaneya Brîtanyayê, li ser vexwendina mûzêya dîroka Ermenîstanê li Yêrêvanê ye. Ew nexşeya cîhanê ya Babîlonî ya bi şiklê tabloya gil, ku li ser Ûrartû tê gotin, lêkolîn dike. Profêsorê Brîtanî dipejirîne Ûrartû navê kevinar yê Ermenîstanê ye.

Pasaporta herî kevin ya Ermenîstanê ya bi şeklê nexşeyê li mûzexaneya Brîtanyayê tê parastin. Ew cîhana kevinar ji pêrspêktîva Babîlê ya yekcar hêzdar nîşan dide.

Imago Mundi yan jî nexşeya Babîlonî ya cîhanê. Tabloyek ji herîyê ya ku ji sedsala 6 a berî zayînê ve girêdayî ye, “cîhana keşifkirî” ya wê demê nîşan dide. Vedîtin ji sedsala 19 a vir ve li mûzexaneya Brîtanyayê tê parastin. Li mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê nusxeyek wê heye û guhertoya nexşeyê ya kevirî li ser pîyalek mermerî li destpêka parka li tenişta Kolana Nalbandyan hatîye danîn.

Nexşe niha ji hêla Îrvîng Fînkêl, kûratorê bilind yê beşa Rojhilata Nêzîk li mûzexaneya Brîtanî ji nû ve tê lêkolîn kirin. Li ser vexwendina mûzexaneya dîroka Ermenîstanê li Yêrêvanê ye.

Profêsor di hevpeyvînekê de li gel “Radîolûr” ê dibêje: “Hebûna Ermenîstanê li ser nexşeyê rewşeke pir girîng e”. Dinya bi rengekî dor tê temsîl kirin, ku li ser wê padîşahîyên desthilatdar yên wê demê têne xuyang kirin. Yek ji wan jî Ûraştû ye / dengê herfê li gor  Fînkêl, nivîskar / yan jî wek ku ermenî jê re dibêjin Ûrartû ye. Helbet her kes dizane ku ew navê kevinar ê Ermenîstanê ye.

Nexşe pêş û paşek heye. Her weha, ew ji 3 beşên sereke pêk tê. Ji sedsala 19 a û vir ve, xuya ye ku tu kesî nikarîbû  têgihîştina ku ev her sê beş bi rastî bi hev ve girêdayî ne çareser bike. Encamên girîng wê di pirtûka min de, ku wê di demek nêzîk de bê çap kirin, bêne pêşkêş kirin. “Ez difikirim ku wê geşbûnek mezin çêbibe”.

Piştî çêkirina vîdêoyên li ser pêşangehên ku ji hêla mûzexaneya Brîtanî ve hatine şandin, profêsor bala xwe kişand ku nexşeya kevinar eleqeyek taybetî di nav temaşevanan de peyda kir. Vê yekê ew neçar kir ku wêne û nivîsên wê bi rengekî nû deşîfre bike.

“Cîhan wek çemberek, bi avê dorpêçkirî ye, û di 8 alîyan de giravên ku mîna tîrêjan dirêj dibin jî hene”. Di yek ji wan de, min heywanek dît ku wêneyê wî berê min nas nekiribû. Heşt sêgoşe nîşan dide ku çi di van hemî alîyan de ye.

Fikira li pişt vê wêneya nexşeyê ev e ku gelek rêwîyan û bazirgan çûne deverên din yên cîhanê û vegerîyan ku li wir çi dîtine bibêjin. “Ez difikirim ku wan ew agahdarî di dema xêzkirina nexşeyê de girt.”

Xerîtezan Rûbên Galêçyan bi qîmeta nexşeya ku li ser tabloyeke kil hatîye parastin, bi behskirina Padîşahîya Ûrartûyan pir giranîyê dide.

“Nexşeya cîhanê ya herî kevin ew e ku navenda dinyayê nîşanî we dide. Ji vê kevintir heta îro nexşeyek tune”. Di heman demê de yekane nexşeya ku wek nexşe di nav bi deh hezaran tabletên gil de hatîye dîtin û 3 welat hene ku navên wan li wir hatine nivîsandin.

Yek Asûr e, yek Babîl e û ya din Ûrartû-Ermenîstan e, ji ber ku di heman nivîsa ku Darhê Mezin 520 sal berîya serdema me li Farizistanê hiştiye de, li ser welatê cîranê xwe Ermenîstanê bi 3 zimanan diaxive û navê wê di farisî de wek “Hrmînyûn” ye, di farisî de jê re “Harmînûya” û bi Babilî “ûrartû” tê gotin. “Yanî Ûrartû û Ermenîstan li ser vê bingehê, li ser nivîsan xuya dikin ku ew yek welat in”.

Xerîtezan xwedan tecrubeya nêzîkî 60 salan, lewha ku ji alîyê cînaran berê hêzdar ve hatîye çêkirin, bi kêmanî bi qasî ku heta niha hatîye keşfkirin, wek belgeya ji dayîkbûna gelê ermenî dihesibîne.

“Dema ku kesek xerîb dipirse: “Hûn çawa rave dikin ku ermenî kî ye?” ferq e kî pêşî bû?”. Em xirîstîyanên dawî ne. Dema ku navê me li ser nexşeya kevnar a cîhana navendî heye, her du welatên din yên ku hebûn îdî nemane. “Ev bes e ji bo ravekirina girîngîya vê tile ji nêrîna me”.

Rûben Galêçyan dide zanîn ku dema ku Amêrîka cara yekem navê Amêrîka li ser nexşeya kaxez ya ji sala 1510 a vedigere dît, ji bo bidestxistina wê  mîlyonek dolar pere da û jê re digot “belgeya ji dayîkbûnê ya welat”. Li gorî çavdêrîya wî belgeya ji dayîkbûna me li mûzexaneya Brîtanyayê tê parastin û her sal bi mîlyonan kes lê temaşe dikin. Bi saya ku ji herîyê hatîye çêkirin, nexşe ji agirê Babîlê xilaz bû, xurt bû û gihîşt rojên me.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button