SerekeSîyasî

Bekûyê tevgera çavdêrên Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê şopand

Bekûya fermî gilî û gazinên xwe yên li ser mîsyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê bi cîh dike û çavdêran dike hedef didomîne. Dezgehên ragîhandinê yên Adirbêcanê dîmenên ku ji alîyê sêrvîsa parastina Sînor ya dewletê ve hatine pêşkêşkirin belav kirin ku tê de nîşan didin çawa çavdêrên Yekîtîya Avropayê yên li Ermenîstanê dişopînin. Bi awayê, mêdyaya Adirbêcanê ji çavdêrên sîvîl re dibêje “sîxuran”.

Hatîye dîyarkirin ku şandeya çavdêrîyê li ser herêma Kovsakan (Zangîlan) çalakîyên xwe zêde kirine. Di dîmenan de tê dîtin ku konvoya mîsyona Yekîtîya Avropayê bi nobetê ji balafirgeha Kapanê ber bi sînorê Adirbêcanê ve diçe.

Em vê yekê jî zêde bikin ku çend roj berê hêzên parastina sînor yên dewleta Adirbêcanê vîdêoyeke din ya çavdêrîya Yekîtîya Avropayê belav kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button