Kurê padişê Erebistana Saûdî derheqa birîyara bo fînansekirina progiramên sosîyalîye li Ermenstanê daye dîyarkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî pirsên xebatê û sosîyalî Narêk Mkrtçyan li Erebistana Saûdî rastî serokê şêwira serokatîya fonda pêşkeftina erebî, kurê padişê Ebdul Ezîz bîn Talal hatîye, bona ku pirsên hevkarîya dualî gotûbêj bikin.
“Armenpress” ê ragîhandîye, wekî ji wezîreta pirsên xebatê û sosîyalî elam kirine, ku alîya îzbat kirîye ku programên sosîyalî û êkonomîkî bi hevra bidine pêşxistinê.
Wextê hevdîtinê, usa jî derheqa seredana Ebdul Ezîze li Ermenîstanê, ya meha mijdarê, hatîye dîyarkirinê.
Ebdul Ezîz elamî wezîrê ermenî kirîye wekî şêwirê fonda wî îzbat kirîye ku bi destî fonda Organîzeya Netewên Yekbûyî û wezîreta Ermenîstanêye pirsên xebatê û sosîyalî, wê progiramên êkonomîkî bidine fînansekirinê.
Nava dorana înîsîyatîvayêda usa jî progiramên bona jinên li gunda, yên ku hatine cîşihitandinê, yên ku seqetin û komên mayîn wê bêne mîyaserkirinê.







