
Biryara Tramp ya rawestandina alîkariyên derve rewşa kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê xirabtir dike.
Piştî ku Donald Tramp biryar da alîkariyên derve rawestîne, rewşa kampa Holê ya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê xerabtir bûye.
Ji ber ve yekê Blumont ku rêxistineke girîng ya dabînkirina alîkariyê ye mecbûr maye karên xwe yên li kampa Holê rawestine ji bo kampê neçar maye karên xwe rawestîne.
Li kampa Holê nêzikî 37 hezar kes dijîn ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên berê yên DAÎŞ ê ne.
Rawestandina karê rêxistina mirovî ya Blumontê ku pêdiviyên wan dabîn dikir, jiyana wan xirab kiriye.
“Dema Blumont kar rawestand, rewşa me gelekî têk çû”.
Welatiyê Dêrezorê Ehmed Ebdulah Hemûd wiha anî ziman:
“Blumont her tişt li xwe girtibûn, paqijî, gaz û germkirin, xwarin, belgename û arşîv.
Lema dema Blumont kar rawestand, rewşa me gelekî têk çû”.
Niştecihên kampê dibêjin, xwarin diqede, pêdiviyên din yên bingehîn jî kêm bûne û miameleyên wan jî rawestiyane.
Nişteciha kampa Holê Îsra Sabitê gotîye “Em şeş sal in li vê kampê dijîn, em westiyane. Hevjînê min li Baxozê hat kuştin.
Em wêran bûn. Li vir jiyana me gelekî zehmet e, em belgenameyên xwe dixwazin da ku vegerin Îraqê”.
Rêvebera kampê Cîhan Henanê diyar kirîye ku rawestandina karê rêxistina amerîkî wiha kiriye ku birêvebirina kampê zehmettir bibe.
“Em matmayî man”.
Cîhan Henan li ser rewşa kampê wiha axivîîye:
“Em matmayî man dema ku piştgiriya hejmarek ji wan rêxistinan yên di kampê de kar dikin hat rawestandin.
Di nav wan de ew rêxistina ku kar bi rê ve dibir rêxistina Blumont e. Vê yekê bandoreke mezin li kampê kiriye”.
Li gorî birêvebira kampê, rêxistina Blumontê rojane bi bihayê 4 hezar dolaran nan dida niştecihên kampê ku vê yekê bargiraniyeke zêde li ser rêveberiya xweser kêm dikir.
Metirsiya ewlehiyê jî li ser kampê heye.
Nêzîkî 16 hezar niştecihên kampê îraqî û 15 hezarên din jî Sûrî ne.
6 hezar û 300 kesên din di beşeke cuda ya kampê de ne ku xelkê 42 welatên din in û hilgirê hizra DAÎŞ ê ne.
Li gorê rêvebera kampê, ji aliyê HSD ê, hukumeta Îraqê, Amerîkayê û hevpeymaniya navdewletî ve ji wan re hatiye gotin, DAÎŞ amadekariyê ji bo êrişê dike ku guman tê kirin yek ji armancên wê kampa Holê be.







