SerekeSîyasî

Nava van rojên nêzîkda Ebdule Ocalan wê bi banga dîrokîva pêşda bê

Hevserokê giştî, yê DEM partîyê Tûncêr Bakirhan gotîye ku rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Ebdule Ocalan wê nava rojên pêşîya meda bangeke dîrokî bike.

Li gorî kanîya tirkîye Bianet ê, Tûncêr Bakirhan elam kirîye,wekî nava rojên pêşîya meda bona helkirina pirsa kurdî, bona çêkirina Tirkîya Dêmokratîk, Ebdule Ocalan wê bi banga dîrokîva pêşda bê.

Tûncêr Bakirhan gotîye,wekî piştî wê yekê tope bikeve deşta desthilatdarîya tirkî.

Em bîr bînin,wekî Ebdule Ocalan 26 sal pêşda li Kênîyayê hate girtin, niha ew li hebsa li ada Îmralîyêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button